Li Tunceliyê 10 sitargehên terorîstan hatin îmhekirin

Tunceli
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê di operasyonê da 10 sitargehên hat tesbîtkirin terorîstan bi kar dianîn hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di çarçoveya Operasyona Munzur Mircan Eren-7ê da li Ovacixê li dijî terorîstan operasyon kirin.
Hat gotin ku di lêgerîn û teqîbata qadê da 10 sitargehên terorîstan hatin tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di sitargehan da kanaseke tivinga nîşangiran, jarjoreke wê, 10 fîşengên kanasê, 2 jarjorên keleşkofê, 58 fîşengên keleşkofê, 2 bombeyên destan, 20 kîlo amonyum nîtrat, dûrbîna termal, kompîter, panêle tavê, ocaxa tûpê, tûpa mezin, 3 kulavên razanê, 160 pîl, sacê nan, 50 kîlo markarne, 20 kîlo titûn, 20 kîlo ar û gelek amûrên jiyanê hatin girtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.