Tirkiye

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê daket asta herî kêm ya di 21 salên dawîn da

Mert Davut  | 25.03.2026 - Rojanekırın : 25.03.2026
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê daket asta herî kêm ya di 21 salên dawîn da

Ankara

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di 2025an da gorî sala berê 0,4 puan kêm bû û bi rêjeya ji sedî 8,3yan daket asta herî kêm ya di 21 salên dawîn da.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên kar yên sala borî eşkere kir.

Li gorî vê hejmara bêkaran li seranserê welêt par li gorî sala 2024an 147 hezar kêm bû û gihîşt 2 milyon û 966 hezarî.

Rêjeya bêkariyê di 2025an da gorî sala berê 0,4 puan kêm bû û daket ji sedî 8,3yan.

Ev rêje asta herî kêm ya di 21 salên dawîn da ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın