Li Tirkiyeyê di 2021ê leza herî zêde ya jidayikbûna dergûşan li Şanliurfayê pêk hat
Ankara
Li Tirkiyeyê di 2021ê leza herî zêde ya jidayikbûna dergûşan bi 3,81 zarokî va li Şanliurfayê pêk hat.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê îstatîstîkên jidayikbûnê yên sala 2021ê eşkere kirin.
Li gorî vê, di 2021ê leza herî zêde ya jidayikbûna dergûşan bi 3,81 zarokî va li Şanliurfayê pêk hat. Pey Şanliurfayê bi 3,18an va Şirnex, bi 2,78an va Mêrdîn tên. Parêzgehên ku leza wan herî nizim e bi 1,21ê va Kutahya, bi 1,25an va Bartin û bi 1,26 zarokî va Zonguldak in.