Tirkiye

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 22 hezar û 291 kesan pozîtîf derket, 76 kes mirin

Kemal Karadağ  | 29.07.2021 - Rojanekırın : 29.07.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 22 hezar û 291 kesan pozîtîf derket, 76 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 22 hezar û 291 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 76 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 257 hezar û 474 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 22 hezar û 291 kes pozîtîf derketin, 76 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan gihişt 4 hezar û 197.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 64,74 ya doza duyem jî weke 40,53 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro 40 milyon û 185 hezar û 504 kesan doza yekem û 25 milyon û 155 hezar û 40 kesî doza duyem û herwiha 4 milyon û 418 hezar û 827 kesî jî doza sêyem derzî li xwe dane. Bi giştî 69 milyon û 759 hezar û 371 doz derzî hatine lêdan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.