Li tevahiya welêt hewa dê seranserî hefteyê hişk û her wiha bê berf û baran derbas bibe
- Germahî dê li Enqereyê 18 yan 19, li Stenbolê 20 yan 21 û li Îzmirê jî 23 yan 25 pile be
Ankara
Seranserî vê hefteyê li tevahiya welêt hewa hişk û her wiha bê berf û baran derbas bibe.
Fevzi Burak Tekinê Pisporê Texmîna Hewayê yê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Veguherîna Avûhewayê ji peyamnêrê AAyê ra der barê rewşa hewayê ya vê hefteyê da nirxandin kirin.
Tekin destnîşan kir ku welêt dê seranserî hefteyê di bin tesîra hewaya hişk û her wiha bê berf û baran be.
Tekin diyar kir ku li beşeke mezin a welêt barîna berf û baranê nayê payîn û hewa jî dê sayî û nîvsayî be û her wiha bi taybet jî bi şev û ber destê sibehê mij û bûsî dê tesîra xwe nîşan bide.
Tekin bal kişand ku vê hefteyê ji bo sê bajarên mezin berf û baran nayê payîn û germahî dê li Enqereyê 18 yan 19, li Stenbolê 20 yan 21 û li Îzmirê jî 23 yan 25 pile be.
