Tirkiye

Li tevahiya welêt germa hewayê wê li gorî şertên demsalê 4-5 pile zêde bibe

Fatma Sevinç Çetin  | 08.07.2025 - Rojanekırın : 15.07.2025
Li tevahiya welêt germa hewayê wê li gorî şertên demsalê 4-5 pile zêde bibe

Ankara

 Germa hewayê ya ku li tevahiya Tirkiyeyê bibandor e, tê payîn ku hefteyekê jî dewam bike.

Pisporê Texmîna Hewayê ya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Mehmet Ozdemircî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û li ser rewşa hewayê ya seranserê hefteyê agahî da.

Ozdemircî diyar kir, li gor texmînên dawîn li tevahiya welêt baran nayê payîn, germa hewayê wê li gorî şertên demsalê zêde bibe.

Ozdemircî daxuyand ku ji roja pêncşemê pê va li herêmên bakur germa hewayê wê kêm bibe û berjêrî şertên demsalê bibe.

Ozdemircî destnîşan kir ku li Enqere, Stenbol û Îzmirê baran nayê payîn û wiha dewam kir:

"Sibê germa hewayê wê li Stenbolê 35, li Enqereyê 36, li Îzmirê 38 pile be. Roja pêncşemê li Stenbolê germa hewayê wê kêm bibe û dakeve 29 pileyan. Germa hewayê wê roja pêncşemê li Enqereyê 38, li Îzmirê 35 pile be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.