Tirkiye

Li Tevahiya Tirkiyeyê germahiya hewayê wê 6 û 9 pile zêde bibe

- Li Enqereyê 34, Stenbolê 35, Îzmîrê 39, li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê 41-42, li Aydinê 44 pile tê payin

Fatma Sevinç Çetin  | 22.06.2025 - Rojanekırın : 22.06.2025
Li Tevahiya Tirkiyeyê germahiya hewayê wê 6 û 9 pile zêde bibe

Ankara

Li Tevahiya Tirkiyeyê germahiya hewayê wê 6 û 9 pile zêde bibe.

Li gor agahiyên ku Pisporê Texmînkirina Hewayê yê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê Cengiz Çelik da nûçegihanê AAyê vê hefteyê li tevahîya Tirkiyeyê germahiya hewayê wê 6 û 9 pile zêde bibe.

Li gor nirxandinên herî dawîn Çelik got ku baran û hewaya honik wê cihê xwe ji germê ra bihêle û wiha diyarkir, ji roja duşemê pê va ji rojava va wê hewa germ bibe.

Çelik got: "Ji roja duşemê pê va ji rojava va li tevahîya Tirkiyeyê germahiya hewayê wê 6 û 9 pile zêde bibe. Herî zêde li herêma rojava û başûr wê bandor bike."

Çelik got ku li Enqereyê 34, Stanbolê 35, Îzmîrê 39, li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê 41-42, li Aydinê 44 pile tê payin.

Cengiz Çelik di dawiya axaftina xwe da jî got ku bila welatî danê nîvroyê dernekevin derva, yên ku derkevin jî bila şewqe, berçavkê bikarbînin û cil û bergên reng vekirî li xwe bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın