Li tersxaneya Tuzlayê agir bi keştiyekê ket û şewat hat vemirandin
Istanbul
Li tersxaneya Tuzlayê agir bi keştiyekê ket û ekîbên agirkujê şewatê vemirandin.
Li ser Kolana Tersxaneyan ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, agir bi keştiyeke Panamayê ya bi navê "Zeîn 1" ya ku heywanan dibe û tîne, ket.
Şewata ku di qata embarê ya keştiya ku 163 mêtro dirêj e da dest pê kir, di demeke kin da gur bû û pekiya qatên din jî.
Li ser cabdayînê ji navçeyên derdorê gelek ekîbên agirkujê hatin sewqkirin.
Piştî xebateke qasî saet û nîvekê, ekîbên agirkûjê şewat vemirandin.
Ji bo sarkirina şewatê ya di keştiyê da xebata ekîban dewam dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
