HDPyê pêşniyaz da ku îro di Lijneya Giştî ya TBMMyê de li ser pêşniyaza lêkolîna der barê "Qetlîama Dêrsimê" de bisekinin û di Lijneya Giştî ya TBMMyê de li ser vê pêşniyazê sekinîn.
Cîgirserokê Koma HDPyê Îdrîs Balûken got ku li Dêrsimê 77 sal berê niha "qirkirin qewimî". Balûken got ku der barê Dêrsimê de berî niha jî pêşniyazeke lêkolînê dan, lê belê hat gotin ku "li Dêrsimê faliyetên eşqiyatiyê hene" û pêşniyaz qebûl nekirin.
Balûken diyar kir ku li gor me gotinên serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên wekî "heke hewce bike em dê lêborînê bixwazin" watedar e, lê belê di vê mijarê de tu pêngav nehatin avêtin. Balûken got ku divê dewlet ji ber bûyerên li Dêrsimê lêborînê bixwaze û navê Tûnceliya ku tê wateya "Destê tûnç ê dewletê" bê guherandin.
- "Em dizanin ku hin tevgerên ne li cî hene"
Cîgirserokê Koma MHPyê Yûsûf Halaçoglû got ku divê mirov bi awayekî objektîf li bûyerên ku li Dêrsimê qewimîn binêre, ne bi awayekî îdeolojîk.
Halaçoglû got ji ber ku li Dêrsimê bingeha feodal çêbû, otorîteya dewletê bi ser neket, ji ber vê yekê jî ji Anadoluyê komên eşqiyayan hatin vir û tevî talankirina bûn û li herêmê asayîş nema. Halaçoglû diyar kir ku di sala 1937an de li Dêrsimên radan li ser qereqolekê û 33 leşker hatin kuştin û ev jî bû destpêka bûyeran. Halaçoglû got ku "TBMMyê jî li hember bûyeran fermana herekatê da. Em dizanin ku di dema herekatê de hin tevgerên ne li cî çêbûn. Lê belê dîmenên serhildana li hember dewletê hene. Bûyer ji bo bidestxistina ewlehiya dewletê ye. Lê belê çawa ku ji navê wî jî diyar e Seyîd Riza seyîdekî rastîn nîne."
Halaçoglû got ku divê zanîngeh, saziyên dîrokê li ser vê mijarê lêkolînê bikin, ne meclis.
Balûken dîsa axivî û got ku hincetên ku li qetlîamên li cîhanê meşrû derdixînin, dibêjin. Balûken axaftina Halaçoglû rexne kir û got ku "Li vir 12 an 18 hezar mirov mirine. Hûn ji bo gelê Dêrsimê nikarin bibêjin "eşqiyayên ku ji derve hatin".
Yûsûf Halaçoglû jî di axaftina xwe de got ku min negot "dêrsimî" min got ku 'eşqiyayên ku hatin Dêrsimê'. Halaçoglû got ku "We belgeyên Rûsan dîtin. Seyîf Riza bi wan re hevkarî kiribû. Her wiha li ser belgeyên Fransa û Îtalyayê jî lêkolînê bikin. Jimara miriyan dora 5 hezar kesan e. Lê belê heke hûn pev biçin an hûnê bimirin an jî dê bên kuştin."
Parlementerê CHPê yê Tûnceliyê Huseyîn Aygun jî axaftina Halaçoglû rexne kir. Aygun diyar kir ku Halaçoglû di axaftina xwe de ji pirtûka ku Serokatiya Sererkaniyê 50 sal berê çap kiribû jêderan digire û got ku "Gotina hema 5 hezar kes mirin li zanyarekî nayê. Mirina kesek tenê jî tişteke hêwilnak e."
Halaçoglû jî got ku sedema dayîna jimaran ew e ku ev yek dibe sedemê hin spekulasyonan. Halaçoglû got ku kesê ku li hember dewletê serî hilde muhheqeq dê berteka vê yekê bibîne, lê heke bi rastî jî mirovên sivîl û bêguneh miribin mirov nikare vê yekê teswîb bike."
- "Mafê mirovan ê serîhildanê jî heye"
Cîgirserokê Koma CHPyê Engîn Altay jî got ku ez jî wekî axaftinên Huseyîn Aygun ên îro difikirim û got ku nêrîna partiya min di serî heta niha vekirina arşîvan e. Altay got ku tu mehzûr tune ku li meclisê komîsyonek bê avakirin û wiha axivî: "Hêsan nîne ku mirov bûyerên ku li Dêrsimê qewimîn qebûl bike. Ev bûyer dilê mirov dişewitînin. Dixwaze bila serhildan be dixwaze bila nebe. Mafê mirovan ê serîhildanê jî heye, le belê divê dewlet bi rehm be."
Parlementerê AK Partiyê yê Îzmirê Hamza Dag jî gotina Serokwezîr Erdogan ya wekî "Heke li ser navê dewletê lêborîn bê xwestin, ez dê bixwazim û ez dixwazim" bi bîr xist û got ku li Tirkiyeyê heyameke nû heye û êdî li Tirkiyeyê bûyerên dilsoz ên rabirdûyê bi hêsanî tên niqaşkirin.
Dag helwesta CHPê ya di vê mijarê de jî rexne kir.
Wekîla Serokê TBMMyê Meral Akşener piştî axaftinan pêşniyaza koma HDPyê ji bo dengdayînê pêşkêş kir. Ji ber ku di her du dengdayîna de jî jimara ku têrî biryardayînê dike derneket, Akşenerê ji bo ku 13ê mehê roja sêşemê bicive rûniştin girt.