Tirkiye

Li taxên gundewar ên Wanê di biharê da jî berf tê paqijkirin

Yılmaz Kazandioğlu  | 31.03.2026 - Rojanekırın : 31.03.2026
Li taxên gundewar ên Wanê di biharê da jî berf tê paqijkirin Yılmaz Kazandioğlu

Van

Li Wanê taxên ku raqima wan bilind e, şênî di biharê da jî berfê paqij dikin.

Li rojavayê welêt hewaya biharê heye, li Taxa Bagriyanikê ya Gurpinara navçeya Wanê şert û mercên dijwar ên zivistanê serdest in.

Ji ber berfa ku zêde ketiye, xaniyên yekqatî û gom di nava berfê da mane. Şêniyên taxê ji aliyekî va berfê paqij dikin û ji aliyê din va jî heywanên xwe xwedî dikin.

Li taxê qalindahiya berfê cî bi cî 2 mêtre ye. Şêniyên taxê di van şertên dijwar da hewl didin ku xwedîkirina heywanên xwe îhmal nekin. Şênî li ser berfê dirûngeyê datînin û heywanên xwe alif dikin. Şênî li benda wê rojê ne ku berf rabe û ew jî heywanên xwe derxin zozan û berdin çêreyê.

Ji şêniyên taxê Seferî Hîtît ji nûçegihanê AAyê ra got ku li herêmê şert û mercên zivistanê dijwar derbas dibe.

Hîtît daxuyand, ji ber ku cihê wan bilind e, berf zûtirî dikeve û dereng radibe û wiha dewam kir, "Li vê derê şert û mercên zivistanê pir dijwar e. Hema bêje 8 mehan dewam dike. Em li vê derê heywandariyê dikin, gîhê didirûn, heywanên xwe xwedî dikin. Çûyîn û hatina vir pir zehmet e. Em carina ji ber berfê nikarin biçin mala cînarê xwe jî."

Mehmet Salîh Şahîn jî destnîşan kir ku salê 8 mehan ew berfê paqij dikin û li ber xwe didin, ji ber şert û mercên giran ên zivistanê ew piraniya salê tengasiyan dikişînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.