Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê agirê ku bi pûş û pelaşan ket, hat temirandin

Diyarbakir
Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê agir bi pûş û pelaşan ket û ekîban ji hewa û bejayê va midaxele kir û agir temirand.
Li texma gundê Eskîocakê yê li gundewarê Sîlvanê ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, agir bi pûş û pelaşan ket.
Li ser êxbarê ekîbên Midûriya Dezgeha Daristanê, cendirme, AFAD, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ekîbên îtfaiyeyê yên şaredariyên navçeyên Sîlvan, Qulp û Hezroyê, ekîbên Rêbeja û ambulans sewqî herêmê kirin.
50 jê karkerên daristanan, nêzî 155 personelan bi nêzî 43 wesayîtên ku 11 jê aîdê Midûriya Dezgeha Daristanê ne va midaxeleyî şewatê kir.
Agir bi bayê ra belayî qadeke berfireh bû û ji bo ku agir were temirandin du firoke jî ji hewa va av kişandin û piştgirî dan.
Agir bi qadeke nêzî 150 hektarî ket û ekîban ji beja û hewa va temirand.
Li herêmê xebatên reşandina avê û sarkirina cihê agir dewam dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.