Tirkiye

Li Sêrtê di otomobîlekê da 15 hezar û 610 mermî hatin desteserkirin

Fecri Barlık  | 23.03.2024 - Rojanekırın : 25.03.2024
Li Sêrtê di otomobîlekê da 15 hezar û 610 mermî hatin desteserkirin

Siirt

 Li Sêrtê di otomobîlekê da 15 hezar û 610 mermî hatin desteserkirin û 5 gumanbar hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, Fermandariya Cendirmeya Wîlayetê û digel ekîbên Rêveberiya Ewlekariya Wîlayetê da li dijî rêxistinên sûcên organîze û qaçaxçîtiyê operasyonên hevbeş hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê da otomobîlek hat şopandin û li ser rêbeja Sêrt-Batmanê hat sekinandin.

Di lêgerînê da 15 hezar û 610 mermiyên qebareyên wan cuda û hinek esrara kubar hat desteserkirin û 5 gumanbar hatin girtin.

Gumanbar piştî karûbarên wan ên li cendirmeyê sewqî edliyeyê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın