Tirkiye

Li Sêrtê di eydê da plana êrîşê ya terorîstên PKKyî hat asêkirin

Li Perwariya navçeya Sêrtê terorîstên PKKyî di Eyda Remezanê da êrîş plan kir û 2 teqemeniyên destçêkirî yên ku li ser rê wek defik danîn û ji dûr va tên teqandin, hatin îmhekirin.

28.05.2020 - Rojanekırın : 28.05.2020
Li Sêrtê di eydê da plana êrîşê ya terorîstên PKKyî hat asêkirin

Siirt

 Li Perwariya navçeya Sêrtê terorîstên PKKyî di Eyda Remezanê da êrîş plan kir û 2 teqemeniyên destçêkirî yên ku li ser rê wek defik danîn û ji dûr va tên teqandin, hatin îmhekirin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr û Midûriya Asayîşa Bajêr, îstixbarat hildan ku PKKya rêxistina terorê amadehiyan dike da ku di Eyda Remezanê da li devera çiyayî ya Dogankoyê êrîşî hêzên ewlehiyê bike. Ekîb li ser vê îstixbaratê ketin dewrê.

Ekîbên cendirme li herêmê operasyoneke berfireh kir û erazî kontrol kir. Ekîban li ser rê 2 teqemeniyên destçêkirî yên ku ji dûr va tên teqandin û wek defik li ser rê hatibûn çalkirin, dîtin.

Teqemenî bi kontrolî hatin teqandin û îmhekirin.

Bi xebatên hêzên asayîşê pêşî li ber plana êrîşê ya ku terorîstên PKKyî wê eydê da bikirina, girt.

Ji bo girtina terorîstan operasyon dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın