Tirkiye

Li Sêrtê 75 veberhênanên dewlet û sektora taybet wê bên vekirin

Fecri Barlık, Mehmet Niyazi Deniz  | 03.12.2021 - Rojanekırın : 04.12.2021
Li Sêrtê 75 veberhênanên dewlet û sektora taybet wê bên vekirin

Siirt

Li Sertê bi merasim 75 veberhênanên dewlet û sektora taybet wê bên vekirin.

Li bajêr di 3 salên dawîn da veberhênana 2 milyar û 500 milyon lire digire, hat kirin û tê payîn ku sibê ji hêla Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va bên vekirin.

Bi merasimê va Pireya Zarovayê ya li ser Çemê Zarovayê hat çêkirin, Baxçeyê Miletê, Bendava Şîrvanê û HES, Tesîsa Îzabe ya Çînkoyê ya 102 milyon dolar lê hat xerckirin û bi şirîkatiya Tirk-Qeter va li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Sêrtê ji alî Lineer Metal AŞê va hat çêkirin jî di nav da 72 jê yên dewletê û 3 jî yên sektora taybet bi tevahî 75 veberhênanên li bajêr wê bên vekirin.

Waliyê Sêrtê Osman Hacibektaşoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi kelecanî li ben teşrîfa Serokomar Erdogan in.

Hacibektaşoglu diyar kir ku hatina Serokomar Erdogan a bajêr ji bo wan xwedî girîngiyeke cihê ye û wiha domand: "Têkiliya birêz Serokomarê me ya bi bajarê Sêrtê ra cihê ye. Emîne Erdogan Xanim ji Sêrtê ye. Serokomar ji ber helbesteke ku li Sêrtê xwendibû di girtîgehê da ma û ji Sêrtê hat bijartin û di jiyana wî ya siyasî da ev der gelek girîng e. Em li benda Serokomarê xwe ne."

- "Çavkaniyên ser û bin erdê hatin emilandin"

Hacibektaşoglu destnîşan kir ku li bajêr veberhênanên gelekî mezin hene û bi ziyareta Serokomar Erdogan va veberhênanên dewlet û sektora taybet ên ku di 3 salên dawîn da hatine kirin wê bên vekirin.

Walî Hacibektaşoglu axaftina xwe wiha domand: "Herêm û bajêr piştî ji terorê hat paqijkirin çavkaniyên ser û bin erdê jî hatin emilandin. Li bajêr bi pêşveçûna sektorên turîzm, çandinî û heywandariyê va kanên madenê yên li bajêr jî hatin vekirin û ji hêla sektora taybet va veberhêaniyên girîng hatin kirin."

- Li Tirkiyeyê tesîsa îzabeya çînkoyê ya ewil

Hacibektaşoglu destnîşan kir ku ew ê Tesîsa Îzabeya Çînko ya bi hevkariya Tirkiye-Qeterê bi 102 milyon dolarî li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Sêrtê hat avakirin jî ew ê were kirin, li tesîsê dest bi hilberîna ceribandinê kirin û veberhênaneke zehf girîng e.

Hacibektaşoglu diyar kir ku tesîs li Tirkiyeyê tesîsa îzabeya çînkoyê ya ewil e, Tirkiye hewcedariya bi çînkoyê ji dervayê welêt dibîne, bi veberhênanê va di gava ewil da 30 hezar bi temamkirinê va 90 hezar ton lewheyên çînko ew ê werin çêkirin.

Hacibektaşoglu destnîşan kir ku tevkariya tesîs bide aboriyê gelekî zêde ye dema bi tevahî were temamkirin li Sêrt û Hekariyê 3 hezar kesê werin îstixdamkirin û wiha pê da çû: "Bi çêkirina 30 hezar tonî va 230-240 milyon dolar tê qezenckirin û ev pereya ew ê neçe dervayê welêt û li welatê me bimîne."

Walî Hecibektaşoglu wiha axivî: "Bi vê veberhênanê ra veberhênanên rexber jî ew ê hebin. Fabirqeya aşîta sulfirîk, zîrc û kirêcê jî wê were çêkirin. Bi temamkirina van xebatan va bi 250 milyon dolarî veberhênanê hatibe kirin."

- Pireya Zarovayê

Hacibektaşoglu got ku Pireya Zarovayê ya li rêbejaya Sêrt-Eruhê jî ew ê were vekirin, pire veberhênaneke girîng e û ew ê rêbejaya Sêrt-Eruhê temam bike.

Hacibektaşoglu diyar kir ku di nav projeyên werin vekirin da Bendava Şîrvanê û HES jî heye û wiha axivî: "Ew ê ji 75an zêdetir veberhênanên dewlet û taybet werin vekirin, qîmeta wan jî 2 milyar û 500 hezarî digre."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.