Tirkiye

Li Stenbolê rojên ku dê wesaît bêpere bin diyar bûn

Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê biryar da ku di Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê, 30yê tebaxê, 9ê îlonê û seranserê Eyda Qurbanê da hemû wesaîtên şaredariyê ji welatiyan ra bêpere bin.

Nihat Kavşut  | 11.07.2019 - Rojanekırın : 12.07.2019
Li Stenbolê rojên ku dê wesaît bêpere bin diyar bûn

Istanbul

Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê biryar da ku di Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê da hemû wesaîtên şaredariyê ji welatiyan ra bêpere bin.

Pêşniyaz bi îmzeya Wekîlê Serokê Koma Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê yê AK Partiyê Tevfîk Goksu û Wekîlê Serokê Koma Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê yê CHPyê Dogan Subaşi hat dayîn.

Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê biyekdengî biryar da ku di Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê da hemû wesaîtên şaredariyê ji welatiyan ra bêpere bin.

- Eyda Qurbanê wesayît bêpere ne

Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê biryar da ku di dema Eyda Qurbanê da hemû wesaîtên şaredariyê ji welatiyan ra bêpere bin.

- Di 30yê Tebaxê û 9ê îlonê da wesayît bêpere ne

Meclisa Şaredariya Mezin ya Stenbolê biryar da ku di Cejna Sefkeftinê ya 30yê Tebaxê da û di 9ê Îlonê da ku dibistan vedibin wesaîtên şaredariyê ji welatiyan ra bêpere bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.