Tirkiye

Li Stenbolê di operasyonên dijî qumarê da 33 şikbar hatin girtin

Eylül Aşkın Akçay  | 29.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Li Stenbolê di operasyonên dijî qumarê da 33 şikbar hatin girtin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên dijî qumarê yên ku ji hêla cendirmeyan va li Stenbolê hatin kirin da 33 şikbarên ku di hesabê wan da tevahî 4 milyar û 685 lire hebûn, hatin girtin.

Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê operasyonê da wiha agahî da: "Me di operasyonên dijî qumarê yên ku ji hêla cendirmeyan va li Stenbolê hatin kirin da 33 şikbarên di hesabê wan da tevahî 4 milyar û 685 lire hebûn, girtin. Ji şikbaran 13 kes hatin girtin, der barê 20 kesan da jî biryara kontrola edlî hat dayîn. Dest li ser mal û milkên ku bihayê wan 550 milyon lire ye hat dayîn. 558 hesabên banka û krîptoyê hat blokekirin. Li gor raporên MASAKê, dest li ser 5 vîlla, 22 wesayîtên luks, 7 motosîklet û 21 eraziyên şikbaran yên ku bihayê wan qasî 550 milyon lire ye hat danîn. Di operasyonan da 4 demançeyên bêruxset, gelek telefonên destan, kartên SIMê, komputer, cizdanên krîptoyê û materyalên dijîtal hatin bidestxistin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın