Li Stenbolê di operasyona dijî DHKP/Cyê da 8 şikbar hatin binçavkirin
Istanbul
Li Stenbolê di operasyona dijî DHKP/Cya rêxistina terorê da ji 16 şikbarên ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn 8 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da bi hinceta di nav "Meclisên Berxwedanê" û Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TAYAD) da propagandaya HDKP/Cya rêxistina terorê kirine ji bo 16 şikbaran biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê operasyona hemdem birin ser 14 navnîşanên li Stenbolê û 8 kes binçav kirin.
Di lêgerîna navnîşanan da dokumanên rêxistinê û gelek amûrên dijîtal hatin girtin.
Hat ragihandin ku karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran hê dewam dikin û ji bo derdestkirina 8 kesên firarî jî xebat dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.