Li Stenbolê berf bandoreke neyînî li ser şofêran û hatin û çûyîna giştî dike
Istanbul
Li Stenbolê berf bandoreke neyînî li ser şofêr û kesên ku wesayîtên giştî bi kar tînin dike.
Berfa ku li bajêr dem demî dibare di hatin û çûyînê da dibe sedema astengiyan.
Li Sultangaziyê, gelek otobusên ÎETTyê di rê da asê man û nekarîn herin.
Li ser Kolana Yildirim Beyazitê ya Yenîbosnayê bi qasî 4-5 kîlomêtroyan dirêj rêza wesayîtan çêbû.
Li hin deveran jî ji ber şemitîna rê qezayên trafîkê çêbûn.
Li ser Rêya Gumrukê ya Halkaliyê ji ber berfê rêzên dirêj ên wesayîtan çêbûn.
Li Esenlerê wesayît hêdî çûn, otobusên ÎETTyê li Kolana Gaziyê di rê da asê man.
Li Umraniye û Beykozê jî ji ber berfê li hin cihan mesafeya dîtinê kêm bû.
Li Uskdarê jî hin otobusên ÎETTyê ji ber xirabûn û berfê di rê da asê man.
Otobuseke ku sefera Esatpaşa û Uskudarê dikir xera bû û şofêr ji rêwiyan xwest ku ew peya bibin, lê di navbera şofêr û rêwiyên da nîqaş derket.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
