Önder Beyter
10 Îlon 2018•Rojanekirin: 11 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Şexsê ku li Pendîka Stenbolê li Lîseya Anadoluyê ya Pir Bibername ya Melek Aknilê xebatkara jin rehîn girtibû, teslîmî polêsan bû.
H.Dya ku li Lîseya Anadoluyê ya Pir Bibername ya Melek Aknilê ya li taxa Pendîk Yenîşehîrê wekî karmenda stajyer peywirê dike, bi destê destgirtiyê xwe U.K. ku tê destnîşankirin esker e, wekî rehîn hat girtin. H.D. bi hewl û xebata tîmên mizakerevan û Polêsên Tevgera Taybet ên Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê hat rizgarkirin.
Piştî mizakereya ku 1,5 saet ajot, berşikê biçek teslîmî polêsan bû. Ji bo ku îfadeya wan bigirin, polêsan H.D. û U.K. birin ewlekariyê.
Hat ragihandin rewşa tenduristiya berşik û rehîneyê baş e.