Li Stenbolê meşa "Seba Xezeyê Bibe Hêvî" hat lidarxistin

Istanbul
Saziyên civaka sivîl ên ku Platforma Piştgiriya Filistînê pêk tînîn, ji bo ku bala raya giştî ya dinyayê bikişînin ser êrîş û dorpêçkirina ku Îsraîl li Xezeyê didomîne, bi diruşmeya "Seba Xezeyê Bibe Hêvî" va li Stenbolê meş li dar xist.
Îsraîl ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va êrîşî Xeta Xezeyê ya Filistînê dike û di van êrîşan da bi hezaran kes kuştin.
Ji bo balkişandina ser van êrîşan meş hat lidarxistin û seba meşê 15 saziyên civaka sivîl û gelek welatî li Meydana Beyazitê civiyan.
Di çalakiya ku bi hezaran kes beşdar bûn da duruşmeyên "Îsraîla qatil, ji Filistînê bicehime" û "Zarokên Xezeyî li benda me ne" berz kirin.
Welatiyan ronahiya têlefonên xwe yên destan vêxist û bi fenerên piçûk va ji Meydana Beyazitê heta Mizgefta Mezin a Ayasofyayê meşiyan.
Piştî kutabûna meşê Qur'ana Pîroz hat xwendin.
Serokê Heyamê yê Platforma Piştgiriya Filistînê Mehmet Guney di çalakiyê da axivî û diyar kir ku ev şeveke dîrokî ye û ew ji Meydana Beyazitê heta Ayasofyayê bi tekbîr û diayan meşiyan.
Guney wiha got: "Înşallah ev meş ji birayên me yên micahîd ên Xezeyî ra bibe hêvî. Bila ev hêvî bibe hêviyeke wisa zindî ku dil û baweriya micahîdan xurt bike û her wiha tirsê bide ewên bêrûmet ên li Tel Avîvê."
Bername bi diakirina Serokê Karûbarên Diyanetê Alî Erbaş va bi dawî bû.
Waliyê Stenbolê Davut Gul, Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Eyyup Kadîr Înan, Serokê Heyeta Mutewelî yê Weqfa Belavkirina Îlmê Bîlal Erdogan, Serokê Giştî yê Hak-Îşê Mahmut Arslan, Serokê Weqfa T3yê Selçuk Bayraktar, Serokê Baroya 2yemîn a Stenbolê Yasîn Şamli, Serokê Giştî yê Weqfa Ensarê Şener Agaç, Serokê Giştî yê ÎHHyê Bulent Yildirim, Sekreterê Giştî yê Platforma Îradeya Neteweyî Huseyîn Kader, Serokê Giştî yê Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) Îbrahîm Beşîncî, Alîkarê Serokê Giştî yê Egîtîm Bîr-Senê Alî Denîz, Sekreterê Giştî yê Egîtîm Bîr-Senê Talat Yavuz, Serokê Platforma STKyan ya Ciwanên Tirkiyeyê (TGSP) Alî Haydar Ustaosmanoglu, Serokê Giştî yê ONDERê Abdullah Ceylan, Seroka Weqfa Jin û Demokrasiyê (KADEM) Canan Sari, Seroka Weqfa Şule Yuksel Şenlerê Leyla Şahîn Usta û Seroka Weqfa Ciwanî Xizmeta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê (TURGEV) Hatîce Akîncî jî beşdarî bernameyê bûn.