Tirkiye

Li Stenbolê di operasyoneke li dijî rêxistina terorîst a DEAŞê da, 115 gumanbar hatin girtin

Zeynep Yeşildal  | 25.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Li Stenbolê di operasyoneke li dijî rêxistina terorîst a DEAŞê da, 115 gumanbar hatin girtin

Istanbul

 Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê, ragihand ku 115 gumanbarên ku tê îdiakirin di çarçoveya pîrozbahiyên sersalê yên pêş da ji aliyê DEAŞa rêxistina terorê va li Tirkiyeyê plana êrîş û çalakiyan dikin ku bi giranî xeyrîmislim in.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Giştî da hat destnîşankirin ku, di çarçoveya lêpirsînên ku Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Stenbolê bi fermana Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê diajo da, agahî hatine bi destxistin ku nîşan didin DEAŞa rêxistina terorê ya çekdar di çarçoveya pîrozbahiyên sersalê yên pêş da li Tirkiyeyê banga çalakiyan û plana êrîşan dikin ku bi giranî hedefa wan xeyrîmislim in.

Di daxuyaniyê da her wiha hate destnîşankirin ku 137 gumanbar hatine tesbîtkirin, ku hin ji wan ji ber sûcên têkildarî terorê li ser asta navdewletî û navneteweyî fermanên girtinê yên berdewam hebûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li seranserê Stenbolê li dijî 124 navnîşanên cuda operasyonên girtin, binçavkirin, lêgerîn û desteserkirinê yên hevdem hatin lidarxistin û di encamê da di lêgerînên li van navnîşanan da çek, teqemenî û gelek belgeyên rêxistinî hatine desteserkirin.

Di daxuyanî da tekezî hat kirin ku di operasyonan da 115 gumanbar hatine girtin û ji bo girtina gumanbarên mayî jî xebat berdewam in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın