Tirkiye

Li Stenbolê di "Operasyona Mahzen-7"ê da 27 gumanbar hatin girtin

Orhan Onur Gemici  | 09.03.2024 - Rojanekırın : 10.03.2024
Li Stenbolê di "Operasyona Mahzen-7"ê da 27 gumanbar hatin girtin

Ankara

 Wezîrê Navxweyî Alî Yerlikaya ragihand ku Li Stenbolê di encama "Operasyona Mahzen-7"ê da, di nava wan da serkirde Muhammed Uray, 27 gumanbar hatin binçavkirin û rêxistina sûcên organîze hat jiberhevxistin.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya ya li ser hesabê medyaya civakî, bi hemahengiya Serokatiya Daîreya Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Rêveberiya Ewlekariya Giştî, Şaxa Dijî Sûcên Organîze ya Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê di encama xebatan da tesbît kir ku endamên rêxistina sûcên organîze li navçeyên Umraniye, Ataşehîr û Uskudarê fealiyetên dereqanûnî dikin.

Di encama "Operasyona Mahzen-7"ê da, di nava wan da serkirde Muhammed Urayê bi kodnavê "Memocan", 27 gumanbar hatin binçavkirin.

Di lêgerînan de 12 demançeyên bêruxset, 3 tifingên nêçîrê, madeyên hişbir, 2 mêzînên hesas û hejmarek gelek pere hatin desteserkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.