Tirkiye

Li Stenbolê di operasyona li dijî DEAŞa rêxistina terorê da 9 şikbar hatin girtin

İrem Demir  | 12.06.2025 - Rojanekırın : 13.06.2025
Li Stenbolê di operasyona li dijî DEAŞa rêxistina terorê da 9 şikbar hatin girtin

Istanbul

 Li Stenbolê di operasyona li dijî DEAŞa rêxistina terorê ya çekdar da ji 15 şikbarên ku bi bultena sor a Interpolê va li wan digeriyan û wekî "şervanên terorîst ên biyanî" dihatin hesibandin, jê 9 kes hatin binçavkirin.

Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê va tê kirin da 15 şikbarên ku der barê wan da formên agahdariyê heye ku ew tevlî DEAŞa rêxistina terorê bûne, li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinî kirine, bi bultena sor a Interpolê va li wan digerîn û wekî "şervanên terorîst ên biyanî" tên hesibandin, hatin tespîtkirin.

Di operasyona ku ji aliyê polêsan va hat kirin de 9 şikbar hatin binçavkirin.

Ji bo 6 şikbarên ku fîrar kirine jî bên girtin, xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın