Tirkiye

Li Şirşirnega Kanîspiyê ya li Çataxê dest bi xebatên verastkirina hawirdorê kirin

Hüdayi Gümüş  | 15.09.2021 - Rojanekırın : 16.09.2021
Li Şirşirnega Kanîspiyê ya li Çataxê dest bi xebatên verastkirina hawirdorê kirin

Van

 Li Çataxa navçeya Wanê li dora Şirşirnega Kanîsipiyê ya wekî "qada parastinê ya tebiî" hatibû tescîlkirin xebatên verastkirinê dest pê kirin.

Di çarçoveya xebatên Şaredariya Çataxê da destpkirin da tebîeta şirşirnegê ew ê were parastin û dora wê bi kevir û daran were çêkirin.

Abdurrahman Şeylanê Şaredar di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji bo şirşirnegê ji turîzmê ra vekin xebat dan destpêkirin.

Şaylan got ew ê herêma şirşirnegê li gor qada parastî amade bikin û wiha pê da çû:

"Ji bo di her qadê da navçeya xwe pêş bixin em bi şev û bi roj dixebitin.Ji bo Şirşirnega Kanîsipiyê ya bêhempa biparêzin û ji nifşên nû ra bihêlin me dest bi xebatan kir. Em ê tebîeta vê derê xirab nekin û li gor eslê wê serast bikin. Ji bo mêvanên me bi rihetî derkevin tanga şirşirnegê em ji keviran pêlekanê çêdikin, kafe, laboratuvar, mescîdê û 10 dikanên ku esnafên me lê amûran bifroşin ava dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın