Li Cizîra navçeya Şirnexê newroz hat pîrozkirin. Gel cil û bergên kurdî li xwe kir û govend girt.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li taxa surê ji bo pîrozkirina Newrozê bernameyek li dar xistin. Ji naveçeyên Silopî, Îdîl, Beytuşşebab û Guçlukonakê jî welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Parlementerê Şirnexê yê HDPyê Hasîp Kaplan û Parlementera Şirnexê ya HDPyê Selma Irmak jî beşdarî pîrozbahiyê bûn û li wir axaftinek kirin.
Gel bi stranên kurdî ve govend girt û Newroz pîroz kir.
Hozan Kawayê ku piştî 20 salan ji Almanyayê vegeriya Tirkiyeyê jî konserek da.