Tirkiye

Li Şirnexê ji bo 13 welatiyên li Garayê hatin şehîdkirin meşa bertekê

24.02.2021 - Rojanekırın : 25.02.2021
Li Şirnexê ji bo 13 welatiyên li Garayê hatin şehîdkirin meşa bertekê

Şırnak

 Li Şirnexê li dijî PKKya rêxistina terorê ya li Garaya herêma Herakata Pencik Qertel-2yê 13 welatiyên Tirkiyeyê şehîd kir meşa protestoyê hat kirin.

Ji bo meşa "Şirnex li dijî terorê bû yek" ya di pêşîkêşiya Memur-Senê da hat lidarxistin nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî li Meydana Cumhuriyetê kom bûn.

Gelê bajêr alayên Tirkiyeyê dan destê xwe bi pankartan meşiyan.

Çalakvanan pankartên wekî "Şirnex li dijî terorê bûye yek", "Şehîd canê me ne", "PKKyê xilas bibe, êş ê bidawî bibe" û wêneyên welatiyên li Garayê hatin şehîdkirin dan destê xwe û bi dirûşmeyên wekî "Qehr bibe PKK", "Şehîd namirin, welat parçe nabe"yê va meşiyan.

Di dema meşê da ji mizgeftan sela hat xwendin.

Piştî meşê Qurana Pîroz hat xwendin Ramazan Tolanê Miftiyê Bajêr ji bo şehîdan dia kir.

Abdullah Çatiyê Serokê Bajêr ê Memur-Senê li vê derê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo lenetê li PKKya rêxistina terorê bînin hatin ba hev, ji bo welatiyên li Garayê hatin şehîdkirin ji Xwedê Rihmet xwest û serxweşî da malbatên wan.

- "Kesên cinayetên PKKya rêxistina terorê şermezar nekin hevkarî wî sûcî ne"

Çati wiha axivî: "Şirnex bûye yek û li aliyê dewletê ye, li dijî terorê ye. Rêxistina terorê ya ji emperyalîzmê ra maşiktiyê dike li ciyên ku destê xwe diavêjê jî wehşetê dihêle."

Çati got ew bangî her kesî yên ku dixwazin li Tirkiyeyê di nav aştî, azadî û refahê da bijîn dike ku bila li hemberî qetlîamên PKKyê dengên xwe derxin û wiha axivî: "Dema gotin tê ser demokrasî, hew, hiqûq û mafên mirovan yên ku diaxivin wek berê îro jî piştî wehşetê bêdeng dimînin ku careke din rûyê wan ê rastîn derket holê. 13 welatiyên me yên bêçek û bêguneh bi namerdî hatin kuştin. Kesên di bin navê demokrasî, heq, azadiyê da bi rêxistinên terorê ra tevdigerin, piştgiriyê didin şaxên wan ên siyasî û sivîl, mesafeyê nadin navbera xwe û rêxistinên terorê, biryarên mehkemeyên Komara Tirkiyeyê tune dihesibînin, li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinên terorê dikin ji van kuştinan berpirsyar in. 13 kesên 6 sal berê ji hêla PKKyê va dîl hatine girtin namerdî, qeleşî hatin şehîdkirin. Hê jî nemerdên sivîl xuya dikin hewl didin PKKyê baş nîşan bidin. Yên ku van kuştinên PKKya rêxistina terorê şermezar nakin şirîkên vê sûcî ne."

- "Em bang dikin ku bila li hemberî qetlîamên PKKyê dengên xwe derxin"

Çati wiha got: "Em bangî sendîka, baro, rêxistinên pîşeyî, partiyên siyasî, akademisyen, rojnamevan, siyasetmedar, lîstikvan, rêxistinên mafên mirovan dikin ku bila li hemberî qetlîamên PKKyê dengên xwe derxin."

Çati behs kir ku têkoşîna dijî PKKyê têkoşîna parastina mafê jiyanê yê welatiyên Komara Tirkiyeyê ye û ev gotin:

"Rêxistinên sendîkal ên navneteweyî, saziyên YEyê, balyozxaneyên ku li welatê me di her mijarê da şîroveyê dikin, rêxistinên mafên mirovan û HDPya niçika siyasî qetlîamên PKKyê nabînin em vê yekê şermezar dikin. Heta ku mensûbê dawîn ê rêxistina terorê bê berterefkirin em ê vê têkoşînê bidomînin. Înşeallah ew roj nêz in."

- "Em heta dawiyê piştgiriyê didin hemû operasyonên ku dijî terorê tên kirin"

Çati destnîşan kir ku ev yek qetlîama ewil a PKKya rêxistina terorê nîne, rêxistina terorê ji sala 1984an vir va bi hezaran sivîlî qetil kir.

Çati qal kir ku gel bi hemû aliyên xwe va dê li ba dewlet û hêzên ewlehiyê bimîne û wiha axivî:

"Rikê şebekeyên şer ên navneteweyî yên ku pişta rêxistinên terorê mist didin, bi alîkariyên çek û cebilxaneyan va bi rêxistinên terorê ra hevkariya stratejîk ava dikin, bi vî awayî hewl didin ku pêşî li Tirkiyeyê bigirin va roj ew roj e ku xweziya rêxistinên terorê di dilê wan da bihêlin. Roj roja xirakirina lîstikên hêzên biyanî ye ku çek jî di nav da piştgiriya lojîstîk didin rêxistinên terorê. Roj ew roj e ku dijî hemû teşekûl û çapemeniyên ku reklama PKKya rêxistina terorê ya dest bi xwîn û rêxistinên terorê yên din dike, derkevin. Ev êrîşên namerdane yên rêxistina terorê ku di xendeqan da veşartî ye dêtu carî gelê me çavtirsî neke. Welatê me dê jina pê va jî ji bo zalim û kujaran bibe kabûs û ji bo mesûm, mexdûr û umeta îslamê jî bibe wareke ewledar. Em wek gelê Şirnexê heta dawiyê piştgiriyê didin hemû operasyonên ku dijî terorê tên kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın