Li Şirnexê di operasyonên dijî qaçaxçîtiyê da der barê 45 şikbaran da miemeleya edlî hat kirin

Şırnak
Li Şirnexê di operasyonên dijî qaçaxçîtiyê da der barê 45 şikbaran da miemeleya edlî hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Rêxistinkirî û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr hefteya borî li navenda bajêr û navçeyan di çarçoveya têkoşîna dijî qaçaxçîtiyê û çavkaniya fînansmana terorê da, operasyon kirin.
Di vê çarçoveyê da li hin navnîşanan û di wesayîtan da lêgerîn hat kirin, 4,90 gram metamfetamîn, 2 hebên hişbirê, 3 bong, 13 hezar û 170 paket cixareyên qaçax, 157 cixareyên elektronîk, 13 telefonên destan, 110 berçavk, 50 puro, 21 dolarên sexte û 112 eşyayên muhtelîf hatin bidestxistin.
Di operasyonan da der barê 45 şikbaran da miemeleya edlî hat kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.