Tirkiye

Li Şirnexê di ancama xebatên qanîkirinê da terorîstekî PKKyî teslîm bû

23.10.2020 - Rojanekırın : 23.10.2020
Li Şirnexê di ancama xebatên qanîkirinê da terorîstekî PKKyî teslîm bû

Ankara

Hat ragihandin ku li Şirnexê di encama xebatên qanîkirinê yên ewlekarî û cendirmeyan da terorîstekî PKKyî teslîmî hêzên ewlekariyê bû.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ku di kordinasyona Wezaretê da xebatên qanîkirinê bi destê Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan dewam dikin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di encama xebatan da li Şirnexê terorîstekî PKKyî teslîmî hêzên ewlekariyê bû û wiha hat gotin: "Hat tesbîtkirin ku terorîstê teslîm bû di sala 2010an da beşdarî rêxistinê bûye û li Iraqê çalakî meşandiye. Bi terorîstê teslîm bû va ji 1ê rêbendanê vir va hejmara terorîstên bi rêya qanîkirinê teslîm bûn derkete 185an."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.