18 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2017
ŞIRNAK
Malbata Tayyar Fîdanê ku li Yenîaslanbaşara gundê Şirnexê hatibû kuştin, lenet li PKKya rêxistina terorê anî.
Zuleyhaya qîza Fîdan diyar kir ku bavê wê heywandarî dikir, ji bilî qezenckirina heqê nanê xwe tu derdekî wî tunebû û merivekî di halê xwe da bû.
Zuleyhayê got ku bavê wê êvarê nehatiye malê li ser vê haya cendirmayan pê xistine û paşê jî bi ekîbên cendirmeyan ra derketina li bavê wê geriyan e.
Zuleyhayê destnîşan kir ku sibetirê ber destê sibê dîsa derketine li bavê wê geriyane û saet 07.30yî cesedê bavê wê dîtine û wiha dewam kir, "Li erdê dirêjkirî bû, gule berî paşsitûyê wî dabûn. Milê wî şikandibûn. Bi bêînsafî lê êşkence kiribûn."
Zuleyhayê diyar kir ku terorîstan bi êrîşa roketê pismamê wê yê gundparêz şehîd kiribûn û wiha axivî:
"Em tu carî li aliyê terorîstan nebûn û me piştgirî neda wan. Em her tim li aliyê dewleta xwe û miletê xwe bûn. Ez wan şermezar dikim. Xwedê bela wan kesên ku ev anîn serê me bide. Ev pirsgirêka kurdan nîne, bavê min gundparêz nebû û leşker nebû, bi tenê sivîlek bû. Bibînin, bibihîzin û bizanibin, kesên ku sivîlan dikujin, însan nînin. Ez lenetê li PKKê tînim û şermezar dikim."