Tirkiye

Li Şirnexê karkerê pereyê karê wî nedanê bi kepçeyê kabînên kamyonan pelixand

Faruk Küçük  | 14.09.2021 - Rojanekırın : 15.09.2021
Li Şirnexê karkerê pereyê karê wî nedanê bi kepçeyê kabînên kamyonan pelixand

Şırnak

Li Şirnexê karkerê di kana komirê dixebitî çû pereyê xwe bistîne lêbelê perê wî nehat dayîn li ser vê karker bi kepçeyê kabîneya 5 kamyonên li karxaneyê pelixand.

Hakan M.yê li kaneke li bintara Çiyayê Cûdiyê wekî operastonê kepçeyê dixebitî li gor îdiayê ji Omer M.yê apê xwe pereyê xwe xwest. Ji ber ku apê wî pereyê wî neda Hakan M. bi eskavatorê va 5 kamyonên li ocaxê pelixand.

Bi midaxeleya karkerên li dewsa bûyerê Hakan M. hat sekinandin lêbelê di wesayîtan da zirareke mezin çêbû.

Karkerekî li wê derê jî bi têlefonê dîmenên bûyerê qeyd kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın