Li Şirnexê wesayita nîvbazirganî gindirî şerempolê 3 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

Şırnak
Li Şirnexê wesayita nîvbazirganî gindirî şerempolê, di qezayê da ji heman malbatê, 3 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.
Wesayita nîvbazirganî ya bi plaqeya 06 EB 4237 ku Mehmet Aytaş (61) rise of diajot li texma tunelê ya li ser rêbeja Şirnex-Cizîrê ji kontrolê derket û gindirî şerempolê.
Li ser îxbarê ekîbên Tendirustiya Acil a 112ê, AFAD, îtfaiye û cendirme hatin cihê bûyerê.
Ekîbên tesbît kir ku Nesrin (26), Azîme (64) û Sîbel Aytaş li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane.
Di qezayê da digel ajovan, Leyla (29) û Ceylan Aytaş (27) birîndar bûn.
Ekîban birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndar di metirsiyê da ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.