Li Şirnexê minibês û wesayîta bazirganiyê ya sivik li hev qelibîn, 11 kes birîndar bûn

Şırnak
ŞIRNAK (AA) - Li Uludereya navçeya Şirnexê minibês û wesayîta bazirganiyê ya sivik li hev qelibîn, 2 jê giran 11 kes birîndar bûn.
Minibêsa bi plakaya 47 KE 793 û wesayîta bazirganiyê ya sivik a bi plaka 30 AAD 932 ên ku navê ajokarên wan nehat hînbûn li texma di navbera gundên Ortabag û Ortasuyê li hev qelibîn.
Di qezayê da 9 kesên di minibêsê da û 2 kesên di wesayîta bazirganiyê ya sivik da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cendirme, îtfaiye û AFADê sewqî herêmê kirin.
Hin kesên ku di qezayê da birîndar bibûn û di wesayîtan da asê mabûn bi aîlkariya ekîban hatin derxistin.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Uludereyê.
Derket holê ku rewşa 2 birîndaran giran e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.