Li Şirnexê mehkûman mizgeft paqij kirin û ji bo remezanê amade kirin
Şırnak
Li Şirnexê mehkûman mizgeftên li navenda bajêr paqij kirin û ji bo meha remezanê amade kirin.
Bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê di çarçoveya xebatên îslahkirin û înfazê ya ku ji hêla Midûriya Serbestiya Bikontrol tên birêvebirin da ji bo 21 mizgeftên li navenda bajêr 6 mehkûm hatin peywirdarkirin.
Mehkûman li mizgeftan xalî paqij kirin, dîwar û cam paqijkirin û piştgirî dan ku welatî di meha remezanê da îbadetên xwe li mizgeftên paqijtir û ferahtir bikin.
Nîlay Durguna Midûra Serbestiya Bikontrol daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku seranserê meha remezanû di xebatên paqijiya li mizgeftan dewam bikin û wiha axivî:
"Bi vê fealiyeta watedar hat hedefkirin ku hindûr û dervayî mzigeftan bên paqijlirin û cemeat li mizheftên paqijtir îbadetên xwe bikin. Firsenda mehkûman çêbû ku hem piştgiriyp bidin civakê hem jî hişmendiya berpirsyariya civakî hildan."
Durgunê behs kir ku welatî ji ber xebatên paqijiyê memnûn in û got ku plan dikin ku xebatên berpirsyariya civakî hê zêdetir berdewam bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
