Tirkiye

Li Şirnexê malbatên mexdûrê terorê li ber avahiya HDPê xwepêşandan kirin

Li Şirnexê malbatên mexdûrê terorê li ber avahiya Serokatiya Wîlayetê ya HDPê xwepêşandan kirin.

Ahmet Aydın  | 08.10.2020 - Rojanekırın : 09.10.2020
Li Şirnexê malbatên mexdûrê terorê li ber avahiya HDPê xwepêşandan kirin

Şırnak

Li Şirnexê malbatên mexdûrê terorê li ber avahiya Serokatiya Wîlayetê ya HDPê xwepêşandan kirin.

Jinên Şirnexî yên ku xizmên wan ji aliyê terorîstên PKKyî ve bo çiya hatin revandin digel malbatên şehîd û xaziyan piştî meşa xwe ya li ser Caddeya Şehit Mehmet Esin, li ber avahiya HDPê ya Wîlayetê kom bûn.

Mexdûrên terorê ku di dest wan de alayên Tirkî û dovîzên ku li ser wan "Jinên Şirnexî hesab dipirsin", "Hesabê bûyerên 6-7 cotmehê bidin", "Ji bo terorê derbasek nîn e", "Hesabê Yasîn Boru bidin" nivîsandî bûn, digel wêneyên zarokên xwe yî ku ji aliyê terorîstên PKKyî ve ber bi çiyê ve hatin revandin, hebûn, bi xwendina diruşmên weke "Bi cehime PKK, bi cehime HDP", "Şehîd namirin, welat perçe nabe" meşiyan.

Hinek jinên HDPyî yên di balkona avahiya HDPê de jî bi beroş û miqilkan bertek nîşan dan.

Sakîne Kartala ku ji bo kurê xwe Veysî Kartal beşdarî xwepêşandanê bû destnîşan kir ku kurê wê beriya 7 salan wexta 17 salî bû revandine çiyê û anî ziman ku ji bo wî ji HDPê bixwazin li ber deriyê avahiya partiyê beşdarî xwepêşandanê bûye.

Kartalê got, "Çi heqê wan e, zarokên me dibin çiyê. Kezeba min perçe perçe kirin û ew birin."

Guler Kuşana ku birayê wê di êrîşa terorê de hartibû kuştin jî anî ziman ku birayê Emîn Kurt sala 1995an şehîd ketiye.

Kuşanê got, "Em dizanin ku zarokên cîranên me bi darê zorê birine çiyê. Nexasim malek heye 3 kes jê birine. Bes e, êdî em naxwazin xwîn birije. Em dixwazin PKK nemîne. Bila ev teror êdî biqede. Em tev de xwîşk û bira ne. Bila êdî ev jan xilas be."

Malbatên ku maweyekê li ber avahiya Serokatiya Wîlayetê ya HDPê di bin kontrola ewlekariya polîsan de xwepêşandan li dar xistin, paşê belav bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın