Li Şirnexê armanc ew e ku Nexweşxaneya Herêmê ya ji 500 cî û nivînan pêk tê, di dawiya salê da dest bi xizmetê bike
Şırnak
Li Şirnexê armanc ew e ku Nexweşxaneya Herêmê ya ji 500 cî û nivînan pêk tê û çêkirina wê dewam dike, di dawiya salê da dest bi xizmetê bike.
Nexweşxaneya Herêmê ya ku ji 500 cî û nivînan pêk tê, li texma gundê Îkîzceyê tê çêkirin û di 2023yan da dest pê kirin. Nexweşxane li ser qadeke 117 hezar mêtreqareyî hat çêkirin û wê tê da 153 polîklînîk, 130 cî û nivînên beşa nexweşên giran û 22 emeliyetxane werin çêkirin.
Kordînatorê projeyê yê fîrmaya çêker Omer Ertuş ji rojnamegeran ra got ku ji bo şêniyên herêmê nexweşxaneyeke mezin û nûjen tê çêkirin û nêzî 350 personel tê da xebatan didomînin.
Ertuş daxuyand ku hemû navçeyên bajêr bi qasî hev dûrî nexweşxaneyê ne û çûyîn û hatina nexweşxaneyê hêsan e.
Ertuş diyar kir ku înşaata gir a nexweşxaneyê qediya û wiha dewam kir:
"Ji ber rewşa hewayê em nikarin pakî bixebitin. Nêzî 350 personelî va xebatên me dewam dikin. Bi xweşbûna hewayê ra ev jimara wê ji 500î zêdetir bibe. Em ê heta dawiya salê nexweşxaneyê têxin xizmeta miletê xwe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
