Tirkiye

Li Şirnexê 3 kesên ji ber taviya baranê di wesayîtan da mehsûr man, hatin xilaskirin

Abidin Yel  | 30.03.2026 - Rojanekırın : 31.03.2026
Li Şirnexê 3 kesên ji ber taviya baranê di wesayîtan da mehsûr man, hatin xilaskirin Şırnak Belediyesi

Şırnak

Li Cizîra navçeya Şirnexê, 3 kesên ku ji ber ava baranê ya di rê da gol bû, di wesayîtên xwe da mehsûr man, ji hêla ekîbên îtfaiyeyê hatin xilaskirin.

Li navçeyê taviya baranê ya ku bi şev tesîra xwe zêdetir kir, di rêyan da bû sedema golbûna avê û ajokaran tengasî kişand.

Li Taxa Cumhuriyetê piştî taviya baranê di Xaçerêya Rêya Şirnexa Nû da av gol bû û du wesayît di nav avê da mehsûr man. Li ser îxbarê ekîbên Midûriyeta Îtfaiyeyê ya Şaredariya Cizîrê hatin sewqkirin.

Ekîban, 3 kesên di wesayîtên xwe da mehsûr mabûn derxistin û derbasî cihê ewle kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın