Tirkiye

Li ser rêya Wan-Bahçesarayê xebatên paqijkirina berfê berdewam dikin

Orhan Sağlam, Özkan Bilgin  | 24.03.2026 - Rojanekırın : 24.03.2026
Li ser rêya Wan-Bahçesarayê xebatên paqijkirina berfê berdewam dikin Özkan Bilgin

Van

Li ser rêya Wan-Bahçesarayê xebatên paqijkirina berfê hê jî berdewam dikin.

Tîmên Rêveberiya Herêmî ya 11emîn ya Rêbejayê li herêma 5 kîlometre dûrî taxa Yukarî Narlicayê ji bo paqijkirina berfa ku li ser rê kom bûye dixebitin.

Tîm bi 4 wesayîtên kar li ser rêya ku li hin deveran kûrahiya berfê digihîje 6 metreyan dixebitin. Tîm ji bo ku di erdnîgariya dijwar da pêşve biçin zehmetiyê dikişînin.

Murat Yucelê şefê tîmê yê li Şantiyeya Gorentaş, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew li ser rêyên ku ji ber xetereya berf û şepeyê girtî ne dixebitin.

Yucel diyar kir ku rêya Bahçesarayê ji ber xetereya şepeyê nêzîkî 3 mehan e, girtî ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın