Li ser rêya Antalya-Ispartayê 2 otomobîl li hev qelibîn, 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn
Antalya
BURDUR (AA) - Li ser rêya Antalya-Ispartayê 2 otomobîl li hev qelibîn, 2 jê zarok 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla bi plaqeya 41 GB 619 ku Gulnur Yalçin diajot li texma Aglasunê bi otomobîla bi plaqeya 35 DVA 11 ku Tuncay Yildirim diajot va li hev qelibî.
Di qezayê da ji xeynî şofêran Sudenaz Yalçin, Oyku Mîray Yalçin, Beyza Tapdigov, Aynur Burak, Buşra Burak, Selçuk Yildirim, Sevgî Yildirim, Sevgînaz Yildirim, Nazli Yildirim, Çaglar Ege Yildirim û Eylul Mîra Yildirima di wesaîtan da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê çûn ciyê qezayê.
Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Bajêr ya Ispartayê û Nexweşxaneya Faqulteya Tipê ya Zanîngeha Suleyman Demirel, lê ji birîndaran Eylul Mîra Yildirima 2 salî, Çaglar Ege Yildirimê 6 salî û Sevgî Yildirima 59 salî mirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
