Alîkarê Serokwezîr Cevdet Yilmaz der heqê êrîşa ku li ser Serokê Şaxa Ciwanan ê Berê yê Diyarbekirê yê AK Partiyê Yunus Koca hat kirin de got: "Bûyer hê ji nû ye. Hêzên me yên ewlehiyê li ser her îhtimalê ye û li gor wê dixebitin. Di destê wan de hin keşf û dîmen hene. Ji bo zelalkirina vê meseleyê emê bi hemû derfetên xwe bixebitin. Di destê wan de hin keşf û dîmen hene. Ji bo zelalkirina vê meseleyê emê bi hemû derfetên xwe bixebitin."
Alîkarê Serokwezîr Cevdet Yilmaz, Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Kutbettîn Arzû, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Suleyman Soylu û Serokê Şaxa Ciwanan ê AK Partiyê Abdurrahîm Boynukalin bi balafireke taybet ve derbasî Diyarbekirê bûn û sersaxî dan malbata Yunus Koca û teşkîlata AK Partiyê ya Diyarbekirê û dia kirin.
Yilmaz êrîşa ku li Diyarbekirê hat kirin şermezar kir û di daxuyaniya ku li vê derê da de bal kişand ser xebatên ji bo girtina kiryarê bûyerê û destnîşan kir ku hemû hêzên ewlehiyê ya ku ji destê wan tê dikin, nirxandinên xwe didomînin.
Alîkarê Serokwezîr Yilmaz ragihand ku AK Partî ji bo xizmeta Diyarbekirê xebat û xizmetên xwe wê bidomîne û piştî serdana sersaxiyê tevlî heyeta ku pê re bû vegerî Enqereyê.