Terorîstên ku rêbeja di navbera Pasur û Licêyê de birîn û gule berî wesayîteke nesekinî dan û di êrîşê de doxtor Abdullah Bîrogul hat kuştin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan terorîstan rêbeja nêzî gundê Yaprakliya di navbera Kulp û Licêya navçeyên Diyarbekirê de ye birîn û nasnameya kontrol kirin û propagandaya rêxistinê kirin.
Di vê navberê de doxtor Abdullah Bîrogul ê ku ji Pasurê ber bi Diyarbekirê ve diçû dît ku rê hatiye birîn û hewl da ku derbas bibe.
Terorîstan bi çekên lûledirêj ve gule berî wesayîtê dan û doxtor Bîrogul li cihê bûyerê can da.
Hêzên ewlehiyê yên ku hatin cihê bûyerê ji bo girtina terorîstan li herêmê dest bi operasyonê kirin.