Tirkiye

Li ser enqazê jeta ku li Enqereyê ket xebat dewam dikin

Fatih Gökbulut  | 25.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Li ser enqazê jeta ku li Enqereyê ket xebat dewam dikin

Ankara

 Li ser enqaza jeta ku Sererkanê Lîbyayê Orgeneral Mihemed Elî El-Heddad, 4 kesên pê ra û 3 miretebat tê da bûn, xebat dewam dikin.

Jet li nêzî gundê Kesîkkavakê yê Haymanayê ketibû û xebatên ser enqaza jetê bi şeveqê ra cardin dest pê kir.

Ekîb li ser eraziyê herî û di binê mija zêde da xebatên xwe didomînin.

Rayedar ji navenda kordînasyona mobîl a ku AFADê ava kir, xebatan dişopînin.

Ji aliyê din va ji bo ku li ser enqazê tedqîqê bike tê payîn ku ji Lîbyayê heyeteke qeza qirimê û ji Maltaya ku jet lê hatibû kirêkirin jî heyetek werin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın