Tirkiye

Li ser Deriyê Sînor ê Kapikoyê hatin û çûyînê dest pê kir

Mesut Varol, Hakan Sarı  | 18.05.2021 - Rojanekırın : 18.05.2021
Li ser Deriyê Sînor ê Kapikoyê hatin û çûyînê dest pê kir

Van

 Deriyê Sînor ê Kapikoyê ya di navbera Îran û Wanê da ye ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 14 meh e girtîbû ku îro hat vekirin, ji îro pê va hatin û çûyînê dest pê kir.

Ji ber şewba koronayê deriyê sînor ê li navçeya Sarayê di 24ê Adara 2020î da hatibû girtin ku îro derî hat vekirin.

Turîstên Îranî yên ku testa wan a Kovîd-19ê negatîf derket ji serê sibê vir va tên Wanê.

Şaredariya Mezin ji bo ku turîst bên navenda bajêr 4 otobêsan li ber deriyê sînor dide xebatê.

- "Li Îranê gelek kes benda hatina Tirkiyeyê bûn"

Turîstê Îranî Yasîn Sanaeiravasan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand demeke dirêj e ew benda vekirina deriyê sînor bûn û ew niha gelekî şa ne.

Sanaeiravasan wiha axivî: "Qasî 14 mehan e deriyê sînor girtî bû û em nedihatin Tirkiyeyê. Îro derî vebû. Li Îranê gelek kes benda hatina Tirkiyeyê bûn. Bi vekirina derî va hatin û çûyîn wê zêde be. Dema em hatin me qet tengasî nekişand. Encama testa me nihêrin û piştî karûbarên fermî em bi rehetî hatin."

Mihemed Celîlzade jî got Îranî amadehiyan dikin ku bên û wiha dewam kir: "Bi tenê aliyê Îranê me zehmetiyeke biçûk dît. Ji deriyê Tirkiyeyê em bi rehetî derbas bûn. Îro derî hat vekirin ji ber wê hejmar hinekî kêm e, lê ewê wek rojên berê zêdetir be."

- "Em ji ber vebûna derî kêfxweş in"

Keyhan Elîzade jî wiha got: "Aliyê Tirkiyeyê derî vekir. Em bi pasaportên xwe va bi rehetî derbas bûn. Li aliyê Îranê hin zehmetî dewam dikin. Dema ev pirsgirêk çareser bûn, merivê qefle bi qefle bên. Em ji ber vebûna derî kêfxweş in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın