ADIYAMAN
Li Kahtaya (Kolik) navçeya Adiyamanê (Semsûr) du otomobîl û motosîkletek li hev qelibîn û di encamê de kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, motosîkleta bêplaqe ya ku Mehmet Parlak (21) diajot li ser kîlomêtroya 7emîn a rêya Kolik û Semsûrê bi kamyoneta ku plaqeya wê 44 DY 463 e ya ku Hasan Bayat (43) diajot re qelibî.
Otomobîla ku li ser heman îstiqametê Yaşar Keçecî (37) diajot a ku plaqeya wê 63 PN 301 e jî li kamyonet û motosîkletê qelibî. Di encama qezayê de Mahmût Saray (19) ê li ser motosîkletê di cî de can da.
Tîmên 112 Servîsa Bilez tevî ajovan Bayat, Parlak, Keçecî birîndarên di otomobîlê de Kadriye (35), Berke Ulaş (9), Baran (10), û Berat Keçecî (3) rakirin Nexweşaneya Dewletê ya Kolikê.
Ji birîndaran Hasan Bayatê ku rewşa wî xedar e sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Semsûrê kirin.