Li Sariqamîşê hirçekî boz û rûvî daketin kolanê
Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê dema tarî kete erdê hirçekî boz û rûvî daketin taxê ku ji xwe ra xwarinê bibînin.
Welatiyên li taxa TOKÎ û Înonuyê dijîn wêne û dîmenên hirç û rûviyê ku ketine nav konteynera çopê û xwarinê dixwin kişandin.
Di dîmenan da tê dîtin ku ew xwarinê dixwin û paşê vedigerin daristanê.
Welatiyan got ew hin caran ji ber hirçan ditirsin û nikarin bikevin mala xwe.
Welatî Volkan Polat got ew her êvar rastî hirçan tê û wiha axivî: "Niha hirç li vir e û nahêle em bikevin malê."