Li Sariqamîşa navçeya Qersê ji bo bibîranîna şehîdan amadehî dewam dikin
Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ji bo salvegera 111emîn a Harekata Sarîqamîşê ya dema 1emîn Şerê Dinyayê ku bi deh hezaran esker tê da şehîd bûn, di meha Çileya Paşîn da çalakiyên bibîranînê wê çêbibin û ji bo çalakiyan amadehî dewam dikin.
Di sala 1915an da di dema Şerê Dinyayê yê 1emîn da artêşa Osmaniyan ji bo rizgarkirina deverên di bin dagirkeriya Rûsyayê da harekatek da destpêkirin.
Wê demê bi taybetî li çiyayên Allahuekber û Soganliyê ji ber şer û sermayê li herêmê bi deh hezaran esker şehîd ketin.
Li navçeya Sariqamîşê her sal di meha Çileya Paşîn da ji bo eskerên ku di Harekata Sariqamîşê da şehîd bûne, çalakiyên bîranînê tên lidarxistin.
Îsal jî hin bername wê bên lidarxistin û bi hezaran kes wê beşdarî çalakiyan bibin.
Di çarçoveya bernameyan da meşeke bibîranînê ya "Tirkiye bi Şehîdên Xwe ra Dimeşe" wê were lidarxistin.
Beriya çalakiyên ku wê di 3-4ê Çileya Paşîn a 2026an da çêbibin, saziyên qamûyê û ekîbên şaredariyê li seranserê navçeyê amadekariyên xwe didomînin.
Xebatên ronîkirin û xemilandinê yên li ser rêyên meşê ya bi meşaleyan va wê bê kirin qediyan.
Li navenda navçeyê abîdeyek ji bo bibîranîna Şehîdên Sariqamîşê hat danîn. Peykerên ji berfê wê bên nîşandan, bernameyên mewlûdê jî wê werin lidarxistin.
Li navçeyê ji bo ku şehîd piştî 111 salan bi heman ruh û tevgerê va bên bibîranîn qaymeqamtî û ekîbên şaredariyê dixebitin.
