Li Sariqamîşê ji ber zîpik û baranê esnafan sobe vêxist

Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê zîpik û baran barî.
Ji ber ku îro zêde baran barî rogar xitimîn, li ser kuçe û kolanan av gol bû û wesayît bi zehmetî çûn û hatin.
Welatiyan karton û betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku zîpik zirarê nedê.
Piştî zîpik û baranê hewa sar bû, esnafan sobeyên xwe vexistin ku germ bibin.
Esnaf Zekî Yildirim ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand hewa qet germ nabe û wiha axivî: "Îro 12ê hezîranê ye lê hê jî baran dibare. 10 roj e dewam dike. Em dicemidin, ji ber wê mecbur man ku sobeyê vêxin."
Şivanên ku heywanên xwe diçêrînin jî ji ber baranê zehmetî kişandin.
Hat ragihandin li herêmê baranê hê demekê jî dewam bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.