Ahmet Aydın
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê di encama êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyan, li caddeya Buyukdereyê ya taxa Şêx Meqsûdê, otomobîla bi plaqeya 34 UV 6058 di dema seyrê de, ji aliyê kes yan hinek kesan ve hat gulebarankirin.
Di êrîşê de Bahattin Aktosun û Şahîn Badem bi giranî birîndar bûn.
Ekîbên Servîsa Acil ya 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyyubiyeyê, lê tevî hemî midaxeleyan Aktosun nehat rizgarkirin.
Polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kir û ji bo girtina êrîşakaran de dest bi xebatê kir.