Tirkiye

Li Şanliurfayê reşandina pembû dest pê kir

Hîndekarê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Alî Çullu: "Îsal em bendê ne ku di hilberîna pembû da li gor par 50-60 hezar hektar zêdebûn çêbibe."

Yasin Dikme  | 08.04.2021 - Rojanekırın : 10.04.2021
Li Şanliurfayê reşandina pembû dest pê kir

Şanlıurfa

 Li bajarê Şanliurfayê ya ku navenda Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) ye û çandinî lê zêde çêdibe cotkaran dest bi reşandina pembû kir.

Ji sedî 40ê pembûyê Tirkiyeyê ji Şanliurfayê tê berhevkirin ku ji ber vê ye li bajêr her sal zeviyên pembû lê tên reşandin zêde dibin.

Ji bo ku zevî bêtir baş ber bidin Wezareta Çandinî û Daristanan xebatek da destpêkirin.

Li gor vê xebatê cotkar her sal tiştên cuda yên wek genim, garis û îsot direşînin, di dawiya meha adarê û serê meha nîsanê da jî dema baran dibare û tav rûyê xwe nîşan dide îja vê carê pembû direşînin.

Hîndekarê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Alî Çullu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber guherîna avûhewayê li welêt û herêmê baran têra xwe nabare, ji ber vê jî di çandiniya hin tiştan da derengî çêdibe.

Çullu daxuyand ji hêla çandiniya pembû va Tirkiye di nav 10 welatên ewil da ye, lê di heman demê da jî li dinyayê di nav 5 welatan da ye ku pembû îtxal dike.

Prof. Çullu got li Tirkiyeyê pembû zêde tê hilberîn, lê ewqas jî tê bikaranîn û wiha axivî: "Çandiniya pembû zehmet e, avê zêde dixwaze û axê diwestîne. Ji ber vê di sala 2019an da Wezareta Çandinî û Daristanan daxuyaniyek da ku heke ji 2 salan zêdetir pembû yan jî tiştekî din li heman zeviyê li ser hevdu bê reşandin ewê piştgiriyê nede cotkaran. Ji ber vê di sala 2020î da rêjeya pembûyê kêm bû. Hilberîna pembû ya Tirkiyeyê 500-550 hezar hektar bû, lê par ev dakete 100 hezar hektarî. Ev jî dibe sedem ku em pembû îtxal bikin."

- "Îsal em bendê ne ku qadên pembû zêdetir bibin"

Çullu got dema piştgiriya pembû bê kirin îsal cotkar jî wê zêde pembû bireşînin û wiha axivî: "Di kontrolên me yên 2021ê da hat dîtin ku li deştên Heran û Sirûcê piraniya erd ji bo pembû hatiye hazirkirin. Yanê genim neajotine, erazî vala hîştine. Ji sedî 80yî deştê ji bo pembû hatiye amadekirin. Hetanî erd germ nebe tov nayê avêtin, di sermayê da pirsgrêk derdikeve. Hê li herêma me hewa hênik e.

Li herêmê hewa êdî germ dibe. Traktor êdî dikevin nav zeviyan. Ji nîvê nîsanê pê va cotkarê dest bi karê xwe bikin. Texmîna me ew e ku îsal li gor par erdê pembû 50-60 hezar hektarî zêde bibe. Par li Heranê daketibû binê 100 hezar hektarî. Texmîna me ew e ku îsal ji 100 hezar hektarî zêdetir be."

- Pêşniyaza avdana rast

Çullu bi bîr xist ku Şanliurfa ji bo hilberîna pembû li Tirkiyeyê xwedî ciyekî girîng e, li Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Heranê perwerdeyê didin cotkaran.

Çullu got bi perwerdeyê cotkar di qada xwe da dibin pispor û wiha pê da çû: "Cotkarên me heke guh bidin pêşniyazên me, em di qada pembû da li dinyayê xwedî ciyakî girîng in. Şanliurfa ji sedî 40ê pembûyê Tirkiyeyê dabîn dike. Bi zêdebûna qadên avdanê va qada pembû jî ew ê zêde bibe. Pembû li ciyên avî hêşin dibe. Ligel vê çavkaniyên me yên avê kêm dibin. Ji bo vê dibê bi baldarî avê bidin."

Muslum Usluyê li taxa Yenîkoyê 20 sal e pembû direşîne diyar kir ku beriya ajotinê li ser axê dixebitin û wiha axivî:

Piştî şiliyê me axa xwe paqij kir û amade kir. Paşê ji bo gihayên din dernekevin me gubre avêt zeviyên xwe. Amadehiyên me dewam dikin. Bi germbûna hewayê em ê tovê xwe bireşînin. Par me garis ajotibû îsal em ê pembû biavêjin zeviyê. Înşaellah em ê saleke bi ber û bereket derbas bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın