Li Şanliurfayê qefesên keçelhenekên ku tên parastin hatin nûkirin
Li Bîrecîka navçeya Şanliurfayê keçelhenekên ku li îstasyona hilberînê tên parastin, qefesên wan hatin temîrkirin û nûkirin.
Şanlıurfa
Li Bîrecîka navçeya Şanliurfayê keçelhenekên ku li îstasyona hilberînê tên parastin, qefesên wan hatin temîrkirin û nûkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Şaxa Şanliurfayê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Çandinî û Daristanê hat dayîn, keçelhenkên ku koka cisnê wan li ber qelandinê ne û li Bîrecîkê tên xwedîkirin, bi xebatên ku tên meşandin va baş tên parastin.
Di çarçoveya xebatan da li Îstasyona Xwedîkirina Keçelhenekan a Şeftiya Bîrecîkê di çarçoveya xebatên temîr û rojanekirinê da di qefesên têl ên keçelhenekan da xebat hatin kirin.
Di çarçoveya xebatan da cihên lîsa keçelhenekan hatin nûkirin, di nav qefesan da cihên nû ên lîsbûnê hatin çêkirin.
Ji bo ku keçelhenek bi rehetî bikaribin ji qefesan derkevin li qadê şibake û hewz jî hatin çêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.