Li Şanliurfayê otomobîl li wesayîta verotina berfê qelibî û 3 kes birîndar bûn
Şanlıurfa
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê, otomobîl li wesayîta verotina berfê qelibî û di encamê da 3 kesên di otomobîlê da birîndar bûn.
Otomobîla plaqe 21 AIC 437 ya Vedat Îpek (32) diajot, di kîlometreya 6em a rêbejaya Siwêreg-Diyarbekirê da li wesayîta verotina berfê qelibî.
Di qezayê da tevî ajokarê otomobîlê, Metîn (27) û Yusuf Îpek (18) yên di otomobîlê da birîndar bûn.
Birîndar bi destê ekîbên tenduristiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatin veguhestin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
